WAN – Bi minasebeta 72’emîn rojbûna Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê, di pêşengiya ciwanan de li gelek cihan pîrozbahî û çalakî hatin lidarxistin.
Pîrozbahiyek din ji hêla ciwanên welatparêz ve li gelek taxên Wan hate li dar xistin. Ciwanên welatparêz li gelek taxan bi teqandina fîşekên agir “Bijî Serok Apo” qêriyan. Ciwanan Bal kişand ser hevdîtina Rêberê Gelên Abdullah Ocalan û birayê xwe û got, “Rêberê me vê rewşê qebûl nekir û em jî vê rewşê qebûl nakin. Heya ku tecrîd neyê şikandin û azadiya fîzîkî ya pêşengiya me neyê mîsoger kirin, em ê li her qadê têkoşînê geş bikin.”
Di heman demê de ciwanên welatparêz di çarçoveya pîrozbahiya 4-ê Nîsanê de pankarta “Hûn Bi Tecrîdê Nikarin Rojê Me Tarî Bikin, Dem Dema Azadiyê” daliqandin.