Enter your email Address

+49 152 5931 6512
15.04.2021 - 4:22
  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
  • Jinên Ciwan
  • Ciwan
  • Dosya Taybet
  • Çand-Huner
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Dosya Taybet

TAYBET – Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî

Serhildan Zeynep Garzan Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/04/2021 - 0:08
di nav Dosya Taybet, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
A A
TAYBET – Li çiyayên Sîsê rengê demsala nû xemilî
6
Temaşêkirin
ParvekeTweet

AMED   (Sîsê) – 

 

 

 

 

 

-şîrê şêr di eyarê şêr de-
şêrgele hebûn şêrgele
-çi mê çi nêr-
li berpalên Agrî kite-kit dînemêr
li zaxrojan kur î kurroj
û
sîng kele!

 

ristek xerîbî ne d’ stranekê de
hin di qefesan de lexebkirî, baz
çar hîm çar hêvî, semax e pahra wan
kêl spartî çiyayê xewnan
ji rehma vê axê, ji pişta vî gelî
şêrgeleyek bû Mîr Bedirxan!

 

şêrgele hene; dûre-war… û bendî

şêrgele hene; pêtên ji êgir jendî
şêrgele hene; por-nêrgiz, xec hinarek

 

bi navê Leylê, û Şerefkendî!

çiya sêwî ne niha bêyî wan
Helgurd sêwî ye
Sefîn sêwî, Sîpan sêwî…
çeper bêxwedî ne li Cûdî
li Lolan sirûd bê olan, çek bê xwedan
kî bûn ew hokê hokan?
ew ên çeng eylo, ew ên bejn-hey lo
kî bû lo, kî bûn
ew ên dil pola
û
gurçik risas? !

şêrgele hene; bê kêl û bê gorn
şêrgele hene; şevçirax û heyve-ron
şêrgele hene, ji azadiya bi gon
di bin axa sar de b’ axîn razayî!

di binê aşûteke xezeb-spî de man
an çûn li ber pêlên aveke tezî?
xwezî ez miribûma, û hew bû!
Newal bê guh diman… û şer bû!
Çiya bê ser diman… û şer bû!
şev serjê bû bi ser rojê de…û şer bû!
şer bû…
şer bû…
şer bû…
mirinê serê xwe çimand li ber mirina wan
şêrgele hebûn: şêr î şervan
û xewna wan xewna her kesî!

şêrgele hene; kefen ezmanê sayî
şêrgele hene; bi qasî stêrkên rijyayî
şêrgele hene şevçirax û heyve-ron
li van çiyan bê kêl û gorn wendayî!

 

hêvî bûn kite kit, kite kit xwezî
bawerî bûn bawerî dildarê çiyan:
dil dojeh, pêçek agir, landik agirdan
Jiyan asikeke por-ewr bû
Sîrwan çefî-sor simbêl qeytan
bûka Agirî bû destgirtiya Azad
Medya esmer esmer, şar kesrewan…

kê bibêjim, kê ji bîr bikim:
her nav çiyayekî asê
her nav dastaneke dêrîn
her nav dîrokeke wextbirr…
min navek li kurê xwe kir:
Rizo
Kalo
Berzencî…

min navek li kurê xwe kir:
Qadî
Simko
Barzanî…
min navek li kurê xwe kir:
Mazlum
Gabar
Munzir…
min navek li kurê xwe kir:
yek mir, sedî tol hilanî!

şêrgele hebûn; koçek Koçgirî
şêrgele hebûn li hembêza Agrî
şêrgele hebûn bi nav Ihsan Nûrî
Şîmal bi şîmal Barzan bi xwe bûn!

Arjen Arî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kampa Holê ne tenê berpirsyariya me ye!

Nivîsa Pêş

Ciwanên Ferqînê Rojbûna Rêberê Gelan Pîroz Kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Ferqînê Rojbûna Rêberê Gelan Pîroz Kirin

Ciwanên Ferqînê Rojbûna Rêberê Gelan Pîroz Kirin

TAYBET – Gerîla li Çiyayên Rojhilat de Rojbûna Rêberê Gelan Silav Kirin

TAYBET - Gerîla li Çiyayên Rojhilat de Rojbûna Rêberê Gelan Silav Kirin

App ji bo Telefona xwe Daxînin

Get it on Google Play

Manşet

  • TAYBET – Nazdar Ecevit dest greva birçîbûnê kir
  • Ewrûpa vediguhere koma bênirxan
  • Ji Pênûsa Gerîla – Zanabuyin rast jiyîn e
  • ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2021’AN
  • LEZGÎN – DGH’ê li Amedê tiryakfiroşekî da
  • Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê a Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê bi bîr anî
  • Dadgeha Erdexanê xwest Nûçe Ciwan bigre – Me dîsa vekir
  • Li dijî tecrîdê li Amedê çalakiya rûniştinê
  • LEZGÎN – HPG’ê li Heftanînê 2 dagirker ceza kir – Nasnameya şehîdekî hat eşkere kirin
  • Berxwedana Zindana di roja 139’an de ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Pênûsa Gerîla: Bêhna xwêdanê tevlî bêhna xwînê bûbû

    LEZGÎN – HPG’ê li Heftanînê 2 dagirker ceza kir – Nasnameya şehîdekî hat eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya Gerîlayekî ku li Gabarê şehîd bûbû eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîla – Nanê Operasyonê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hêzên Rusyayê Şehbayê vekişyan – Alîgirên Îranê bi cîh dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Ji Heftanînê heta Dersimê çalakiyên Gerîlla: Herî kêm 12 leşkerên dagirker ên Tirk hatine kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – DGH’ê li Amedê tiryakfiroşekî da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dadgeha Erdexanê xwest Nûçe Ciwan bigre – Me dîsa vekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye

Ziman

  • Kurmancî
  • سۆرانی
  • Türkçe
  • عربي
  • Deutsch

Me Bi Şopînin

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • سۆرانی
    • Türkçe
    • عربي
    • Deutsch
  • Ser Rûpel
  • Çalakî
  • Daxuyanî
  • Hevpeyvîn
  • Analiz
  • Çand-Huner
  • Ciwanên Cihanê
  • Jinên Ciwan
  • Xwendekar
  • Dosya Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye